1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li BBC Tirkiyê wê sibê grev desptê bike

Li BBC Tirkiyê wê sibê grev desptê bike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji hevdîtinên rêveberiya BBC Tirkiyê û TGSyê ti encam derneketiye. Li saziyê di 7ê Kanûna Pêşiyê de biryara grevê hatibû daliqandin. Li gorî vê encamê sibê (În) wê grev destpê bike.

Xebatkarên BBC Tirkiyê wê sibê (În) dest bi grevê bikin. Ev demeke Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û British Broadcasting Corporation (BBC) Tirkiyê ji bo peymanekê çêbikin, li hev diciviyan. Lê ji van civînan encam derneketiye û her du aliyan li hev nekiriye. 

Di 7ê Kanûna Pêşiyê de li ofîsa Stenbolê BBCyê biryara grevê hatibû daliqandin. Ji ber ku ji wê rojê heta niha her du aliyan lihev nekiriye. sibê  ango 14ê Kanûna Paşiyê wê grev destpê bike. 

TGSyê vîdeoyek weşandiye ku tê de amadekariyên ji bo grevê hene. TGSyê wiha gotiye: “Amadekarî qediyan! Ji ber ku rêveberiya BBCyê guhê xwe ji daxwazên xwebatkarên li ofîsa Stenbolê kar dikin re girtiye û digel hemû hewldanên me yên erênî bi pêşniyarên aqilane nehatiye ser maseyê, em ê di 14ê Kanûna Paşiyê roja Înê de dest bi grevê bikin. Em ê mafê xwe bistînin!

Federarasyona Rojnamegerên Navnetewî (IFJ) û Yekîtiya Sendîkayên Kurewî ya Cîhanî (UNI Global Union) jî piştgirî daye xebatkarên BBCyê yên wê grevê destpê bikin û TGSYê 

Gokhan Dûrmûş Serokê Giştî yê TGSyê dema di meha Kanûna Pêşiyê de biryara grevê li ofîsa BBCyê daliqand, gotibû BBCyê di sala 2020ê de mehaneyên xebatkaran di bin rêjeya enflasyonê de zêde kiriye û di hevdîtinên dawiyê de jî, xwestiye tevlî baca fermî ji 14 zêde bibe

Jêder: BİANET

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li BBC Tirkiyê wê sibê grev desptê bike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *