1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Têjikên sala nû yên pisîkên Wanê hatin dinê

Têjikên sala nû yên pisîkên Wanê hatin dinê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pisîkên Wanê ku bi çavek xwe şîn, yek jî kehrîbanî ne, yek ji nirxên herî girîng yên bajarê Wanê ne. Pisîkên ku di bin parastinê de ne, di sala 2022’an de têjikên xwe yên ewil anîn dinyayê.

Ev pisîkên nav û deng bi mûyên xwe yên spî û çavên xwe yên rengîn li tevahiya cîhanê deng vedane. Jibo pisîkan li Wanê ‘Mala Pisîkan’ hatiye avakirin û pisîkên Wanê li vir di bin parastinê de tên girtin. Pisîkên Wanê yên ku her demsal mêvanên wan hene, bi evîna xwe mêvanan pêşwazî dikin. Pisîkên ku li vir bi baldarî tên xwedîkirin, di sala 2022’an de têjikên xwe yên ewil anîn dinyayê. Îsal cara ewil 2 pisîkên Wanê 5 têjik anîn dinyayê. Têjik û dayîkên wan li navendê di odeyên cuda de tên girtin.

Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pisîkên ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Abdullah Kaya ragihand ku di sala 2022’an de li Navenda Lêkolînê ya Pisîkan a Wanê têjikên ewil hatine dinê û wiha got: “Niha 2 dayikên me welidîne û 5 têjik anîne dinyayê. Me ew birin e odeyên taybet. Têjikên me niha li cihê ku ziyaret lê qedexe ye tên girtin. Divê ew aciz nebin ji ber ku ew hatine derzî kirin.”

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Têjikên sala nû yên pisîkên Wanê hatin dinê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *