Serokatiya Rêxistina Partiya Saadetê derbarê pirsgirêkên bajêr de daxuyaniyek çapemeniyê pêk anî. Serokê rêxistinê Ozay İlhan, li ser kêmasiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliye qeyum ve tê birêvebirin, sekini û da zanîn ku boneya rêveber ne ji vî bajarî ne, ji ber wê nikarin pirsgirêkan çareser bikin.
Her wiha Îlhan, destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya li Wanê tê jiyandin tunebûna cihê destavê ya giştî ye û wiha berdewam kir: “Li navenda bajêr nêzî 500 hezar kes dijîn û cihek destavê ya giştî tuneye. Ev ji bi taybet zêdetirê jibo jinan dibe sedema pirsgirêkan. Li şûna lidarxistina mihrîcanên kêrnehatî, divê rayedarên bajar çend cihên bajêr yên cuda cihê destavê çekin.”
Îlhan, herî dawî hin pirsgirêkên li bajêr tên jiyandin rêz kir û bang li rayedaran kir ku dev ji polîtîkayên populîst berdin û di demek lez de jibo çareserkirina pirsgirêkên bajar gav biavêjin.
Vîdeo-Montaj: Dildar Guler
(lg)