Li Qersê ji ber zêdebûna germahiyahewayî berf heliya û 15 mal û axûr di bin avê de man.
Hat ragihandin ku li Taxa Aydinlikevler a Qersê piştî germbûna hewayê berf pğir zû heliyaye û bi vê sedemê lêhî rabû ye. Di encamê de 15 mal û axûr di bin avê de man û 30 kesên di malên xwe de asê mabûn jî hatin rizgar kirin.
Herwiha li Taxa Halitpaşa jî 3 mal di bin avê de man û endamên malbatê hewl dan bi sîtilan avê vala bikin.
Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) û tîmên şaredariyê ragihandin ku hatine cihê bûyerê û bi makîneyên kar hem mirov û hem jî ajelên asê mabûn rizgar kirine.
Derbarê zirara can û mal de tu agahî nehatin parvekirin.