Di encama serdagirtinên malan de li navçeya Gihadina Agiriyê 5 welatî hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan vê sibê li Gihadina Agiriyê yekîneyen Cendirmeyan bi ser malan de girtin. Hat ragihandin ku di encama serdagirtinan de welatiyên bi navê Kazim Çîçek, Cuneyt Kaya, Ûmît Yildiz, Îsa Mîrboga û Halîs Bakir hatin desteserkirin.
Hate diyarkirin ku kesên desteserkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Giyadînê tên girtin.
Derbarê sedema desteserkirinan de ti agahî nehatin bidestxistin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver