Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê wê 13’ê Gulanê dest pê bike û heta 15’ê Gulanê berdewam bike. Di çarçoveya mihrîcanê de hejmarek fîlmên hêjayî xelat hatine dîtin dê pêşkeşî sînemahezan bê kirin
Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (AKFF) di navbera 13-15’ê Gulanê de li Paytexta Hollanda Amsterdamê dê birêve biçe. Mihrîcan a ku dê li Sînema Krtelhaus bê lidarxistin bi nîşandana fîlmê Derhênêr Mano Xelîl ya bi navê “Cîran” destpê bike. Her wiha di çarçoveya mihrîcanê de hejmarek zêde fîlmên metraj dirêj, kurtefîlm, belgefîlm û anîmasyon ên xelatwergirtî jî ji sînemahezan re were pêşkeşkirin.
Serhat News
(lg)