1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Koçer di meha Gulanê de ji ber berfê asê man

Koçer di meha Gulanê de ji ber berfê asê man

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koçerên ku bo biçin zozanan, ji Şirnexê ber bi Colemêrgê ve dest bi rêwîtiyê kiribûn li Zozanên Feraşînê ji ber berfê asê man.

Tevî hatina meha Gulanê li herama Serhedê serma hêj bi dawî ne bûye. Li gelek deverên bilind yên heremê berfê lêkiriyê. Ligel vê rewşê koçerên ji Cizira Şirnexê berbi zozanên Colemêrgê ve dest bi rêwîtiyê kiribûn. Li Zozanên Feraşînê ya li navçeya Elka Şirnexê ji ber berf û pûkê asê man.

Koçerên li Feraşîna 2 hezar û 625 metre bilind asê man, bûn mêvanê gundiyên herema Feraşînê.

Koçerê bi navê Servet Polat got: “Îro 15’ê Gulanê ye em ji aliyê Şirnexê tên. Ev bû 15 roj em li rê ne. Em gihiştine Feraşînê, hûn dibînin 15 ê mehê ye û berf û qiyamet e.”

Servet Polat, spasiya gundiyên ku wan ezimandine kir.

Herwiha 15 koçerên ku bi ajelên xwe re li sînorê navçeya Elkê wenda bûbûn, piştî xebata 11 demjimêran hatin dîtin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Koçer di meha Gulanê de ji ber berfê asê man
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *