1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Mêrdînê 10 kes hatin desteserkirin

Li Mêrdînê 10 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Qosera Mêrdînê di encama serdagirtina malan de 10 kes bi hinceta “Propandaya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, derbarê pîrozbahiyên Newroza Qoserê de lêpirsîn da despêkirin.

Hat ragihandin ku dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de bi hinceta “Propanganda rêxistinê kirine” derheqê gelek kesan de biryara desteserkirinê daye.

Polîsan bi ser malan de girt

Li gor vê hat destnîşankirin ku polîsan li navçeya Qoserê operasyon daye destpêkirin û bi ser gelek malan de girtiye.

Hat zanîn ku di encama operasyonê de 10 kes bi heman îdîayê hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Qoserê hatin birin.

Dîsa tê gotin ku, dozgeriyê derbarê Komîteya Amadekar a Newroza Qoserê de jî lêpirsîn daye destpêkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrdînê 10 kes hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *