1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Cenazeyê Çelebî di bin dorpêça polîsan de hat definkirin

Cenazeyê Çelebî di bin dorpêça polîsan de hat definkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cenazeyê Mehmet Zekî Çelebî ku li Silemaniye hatibû kuştin li Wanê bi avayekî girseyî hat definkirin.

Siyasetmedarê Kurd Mehmez Zekî Çelebi ku eslê xwe ji navçeya Erdîşa Wanê ye û di 17 Gulanê de li bajarê Silêmaniyê ya Herema Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.

Cenaze li Goristana Selîmbeyê hat definkirin

Cenazeyê Çelebî li piştî ku ji Herema Federal a Kurdistanê hate şandin li Wanê ji abi girseyî hat pêşwazîkirin. Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Mehmet Siddik Taş û Murat Sarısaç tevî hejmarek welatiyan xwestin tevli merasîma cenaze bibin. Lê polîsan ku goristan dorpêk kiribûn, tenê destûr da ji malbata Çelebî 15 kes cenazeyî li Goristana Selîmbeyê defin bikin.

Girseyê nerazîbûn nîşanê helwesta polîsan da û bi diruşmeyan bertekên xwe anîn ziman. Tevî vê yekê polîsan jî mudaxale li girseyê kir û gengeşî di navbera polîs û girseyê de demek dirêj berdewam kir.

‘Ev ne zilm e çî ye’

Birayê Çelebî Çelebî, Fevzî Çelebî piştî veşaritina cenaze helwesta polîsan şermezar kir û wiha axivî: “Birayê min 13 sal bûn li sirgunê dijiya. Me xwest bînin ser axa ku jê dayik bûyî, lê destûr nedan ku em cenazeyê wî jî veşêrin. Ev ne zilm e çi ye? Polîs tê cem min û dibêje ‘devê xwe neveke’. Ev ji zilmê zêdetir tiştekî din nîne, em vê rewşê qebûl nakin. Divê dewlet dev ji vê hişmendiya xwe berde. Şûna ku dewlet kujeran bibîne tê êrişî cenazeyê me dike. Em weke malbata wî li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Ez spasiyên xwe pêşkeşî herkesê ku hatine vir dikim. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê me ye şehîdê hemû kurd û Kurdistanê ye.”

Sarisaç: ‘Hun kurdan dikujin’

Parlamenterê HDPê Murat Sarisaç jî ku bertek nîşanê helwesta polîsan got, “Hûn li vir hem min hem jî gel asteng dikin. Veşartina cenaze mafekî herî xwezayî ye. Tişteke wisa di kîjan olî de derbas dibe. Ji xwe ji aliyê hiqûqî hûn sûc dikin, niha jî ji aliyê olî ve hûn sûc dikin. Hûn gelê kurd dikujin, pişt re zilmê li miriyê wan jî dikin. Em vê zilmê qet qebûl nakin, em ê vê kiryara w eli navenda sûkê bi girseyeke mezin şermezar bikin. Elbet ji ber hûn hevkarên vê cînayetê ne. Li welatê di cîhanê de herî faşîst jî ev pêkanîn nîne. Hûn li vir zilmê li gelê kurd dikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cenazeyê Çelebî di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *