1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Du jin din hatin qetilkirin

Du jin din hatin qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Payîzvaya Wanê û Bornovaya Îzmîrê 2 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.

Li gundê Axçanis a bi ser navçeya Payîzava ya Wanê jina bi navê Oznur Aslan a 19 salî duh bi avayekî bi guman canê xwe ji dest da.

Tevî agahdarkirina malbatê tîmên tenduristiyê û cendirme hatin ser cenazeyê Aslan û cenaze bo otopsiyê veguhestin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê. Pişitî muameleyên otopsiyê cenaze li goristana gund hat veşartin.

Piştî mirina wê tomara deng hate dîtin

Herwiha tê destnîşan kirin têkildarî mirina wê ya bi guman de di telefona Aslanê de tomarekî deng hatiye dîtin. Hat ragihandin ku dozgeriyê jibo lêpirsînê dest daniye ser telefonê.

Kujer hêj nehatiye girtin

Li aliyê din, jina bi navê Rojda Şayla jî li taşa Kazimdîrîk a bi ser navçeya Bornova ya Îzmîrê di encama êrîşa çekdarî de ji aliyê Nuh Şayla ve hat qetilkirin. Hat dîyarkirin ku kujer piştî bûyerê, reviyaye û hêj jî nehatiye desteserkirin.

Cenazeya Şayla bo karûbarên otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê re hat veguhestin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Du jin din hatin qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *