1. Haberler
  2. Taybet
  3. Xwandera 17 salî destê protez ya bi sînyalên EMG’ê dixebite çêkir

Xwandera 17 salî destê protez ya bi sînyalên EMG’ê dixebite çêkir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xwendekara pola 11’an ya Koleja Açi’yê Yaren Arpali, li Wanê destê protez ya bi sînyalên Elektromiyografî (EMG) dixebite çêkir. Arpali, dibêje: “Jibo vê projeyên, derfetên min hebûn, lê xwendekarên ku xwedî van derfetan nînini, bila teqez dev ji xeyalên xwe bernedin.”

Yaren Arpali, ku derbarê xebatên xwe de hin nirxandin bi Serhat Newsê re parve kir, destnîşan dike ku mirov dikare her tim xeyalên xwe pêk bîne û wiha domand: “Mirov dikare her tim xeyalên xwe pêk bîne. Dibe ku derfet tunebin, lê bila xeyalên we her tim bi we re bin. Di pêşerojê de pêkane ku derfetek derkeve pêşberî we. Tenê bifikirin, dev ji hilberînê bernedin.”

Ew dê li Enqereyê nûneriya Wanê bike

Arpali, ku bavê wê jî pisporê nivîsbariyê (yazilim) destê protez ya ku bi alîkariya sînyalên EMG’ê dixebite bi piştgiriya mamosteyên xwe yênn li Koleja Açiyê çêkiriye. Arpali, ku li heremê bûye yekemîn wê li Enqereyê nûneriya Wanê bike.

Xwandera 17 salî destê protez ya bi sînyalên EMG’ê dixebite çêkir - Yaren Arpali 1024x683 1
Yaren Arpali

Arpali, diyar kir ku biboneya lebatê herî zêde tê bikaranîn dest e, wê biryar daye proteza destan çêke û wiha got: “Di projeya min da hêj jî hin kêmasî hene. Ez hewl didim van kêmasiyan ji holê rakim. Me kablo kêmtir kirin. Niha baştir tê bikaranîn.”

Proje wê kêrî astengdêran jî were

Ew dibêje ku tenê bo labaratuvar an jî zanyaran, wê ev dest çênekiriye û wahi pêde çû: “Dibe ev dest kêrî karê astengdêran jî were. Ezê li Enqereyê nûnertiya Wanê bikim. Ez di wê baweriyê de me ku xwendekarên ji min baştir jî hene. Lê derfetên wan tunene. Ger xwedî derfet bin ew jî wê bikarin projeyên wiha çêbikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xwandera 17 salî destê protez ya bi sînyalên EMG’ê dixebite çêkir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *