1. Haberler
  2. Taybet
  3. Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin

Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di çarçoveya ‘1’emîn Mihrîcana Gastronomiyê ya Wanê’ de bi armanca danasîna, gastronomî, xwarin û çanda pêjgeha (mutfak) Wanê de hejmarek aşpêjên bîyanî hatin bajêr. Aşpêjên çûn zonanan û çêkirina penîrê bi sîrik yê Wanê di cih de şopandin.

1’emîn Mihrîcana Gastronomiyê ya Wanê’ ku bi hevkariya Federasyona Aşpêj û Pastekerên Dogu Anadolu û Komeleya Aşpêjên Wanê ve du roj beriya niha hatibû destpê kirin îro bidawî dibe.

Aşpêjên ji dewletên biyanî jî tevli mihrîcanê bûne

Ji 5 welatên biyanî û Tirkiyê bi giştî 70 aşpêj tevli mihrîcanê bûn û du roja duyan ya bernameyê de mêhvanên ku hatine bajar, çûn gundê Pagaexnê ya navçeya Payîzava yê ku bi penirê sîrîk û pezê Nordizê navdar e.

Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin - Van Yaylalar 1024x685 1

Aşpêj piştre, tevî gundiyan çûn zozanan û li gel bêrîvanan şîr dotin û her wiha çêkirina penîrê Wanê yê bi sîrik jî li cih şopandin.

Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin - van aşçilar2 1024x682 1

Aşpêş Alî Geyîk ku ew jî tevli bernameyê bûye derbarê gera xwe de hin agahî dan û wiha pêde çû: “Em jibo 1’emîn Mihrîcana Gastronomiyê ya Wanê li virin. Tevî aşpêjên, bo temaşekirina amedekariyên çêkirina penîrê Wanê em hatine cem bêrîvanan û me bi wan re şîr dot. Dîsa derbarê gîhayên ku têxin nava penîr de jî me agahî wergirtin.

Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin - van aşçi 1024x682 2

‘Gundiya malovaniyek baş kirin’

Serokê Komeleya Aşpêjên Wanê Nurullah Kaplan jî destnîşan kir ku, wan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê; ji şîr heta ku dibe penîr di cih de şopandiye.

Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin - van van 1024x682 1

Kaplan ku di berdewamiyê de nêrînên xwe anîn ziman wiha axivî: “Em niha li Gundê Pagaexnê ya Navçeya Payîzavayê ne. Em jibo şîr doşîya pêz hatine vir. Mêhvanên me ku ji bajarên wekî Stenbol û Îzmîrê hatine li vir çêkirina penîr temaşe kirin. Gundiyan malovanî li wan kirin û çanda mêhwanperweriyê nîşanê wan da. Ev der cihêkî gelek xweşe, bila hemû kes bê vê derê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Aşpêjan pêvajoya çêkirina penîrê Wanê şopandin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri