1. Haberler
  2. Aborî
  3. Gundiyên li Payîzavayê jiber pirsgirêka avê bêzar bûne

Gundiyên li Payîzavayê jiber pirsgirêka avê bêzar bûne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şêniyên taxên Çavuştepe, Yatagan, Koyunyatagi û Çakilli yên navçeya Payîzavaya Wanê îdîa dikin ku ev saleke ji Bendava Zêrînakê nikarin bo zeviyên xwe bi rêkûpêk av bistînin.

Asta avê li Bendava Zêrînakê ku li navçeya Payîzavaya Wanê ye, di sala 2021’an de daketiye herî jêr ya van salên dawî. Bendava li ser çemê Xoşebê hatiye avakirin, bo avdanî û enerjî hatiye çêkirin û xwedî kapasîteya 105 metrekup avê ye. Tê dîyar kirin ku îsal gola bendavê ji sedî 85 tujeye. Cotkarên li navçeyê dijîn destnîşan dikin ku biboneya hişkesaliyê ji çandiniyê tu xêr nedîtine.

Cotkar û rayedarên berpisyar yên Saziya Kar û Barên Avê (DSÎ) derbarê vê mijarê de pirsên Serhat Newsê bersivandin.

‘Axa me hemû bûye çol’

Ji şêniyên taxa Çavûştepe Nîzamettin Sular, angaşt ku ava ji Bendava Zêrînakê tê, baş na herike û tevî ku serî li gelek cihan dane jî tu encam bidest nexistine; “Coyekî me ya Erman a kevin hebû. Me ji wir av werdigirt. Niha DSÎ ketiye navberê axa me hemû bû çol. Li gor zanyariyên ku endezyaran di encama lêkolînên li taxê de ji me ragihandine, ji sedî 85 qadên çandiniyê zuha bûne. Bo ku em nikarin ji avê fêyde bigirin, me DSÎ daye dadgehê.”

‘Dewlet çima bi me re eleqeder nabe?’

Sular her wiha anî ziman ku tu kes xweyî li wan dernayê û wiha got: “Dewlet çima bi me re eleqedar nabe? Gundiyên jor diçin deravan vedikin û hemû avê ji xwe re dibin. Gelo cîranên me biçin wê derê şer bikin? Dewlet eleqeder ne be, wê kî eleqeder bibe. Ez der gunedekî dîrokiye. Cihek gelek xweş e. Dema ku hun diçin ser keleha Çavuşte pe bedewiya wê xuya dibe. Lê mixabin ev der bûye çol. Em çar gund ji cokek biçûk avê distînin niha jî DSÎ’yê ax berdaneye nava wê. Çîma?”

Gundiyên li Payîzavayê jiber pirsgirêka avê bêzar bûne - Nizamettin Sular 1024x576 1
Nizamettîn Sular

‘Ev milete wê biçe ku’

Sular, tîne ziman ku beriya niha li Çavuştepeyê, pincarê şekrê, once, ceh û genim dihate çandin û ew êdî jiber tunebûna avê nikarin tiştekî biçînin. Ew dibêje ku jiber vê sedemê nivîya gundiyan koç kirine û wiha axivî: “Heyv û guhene. Ev milete wê biçe ku? Ma êdî bila çandiniyê neke? Hûn dibînin hêj bostan nehatine avdan. Dar zuha bûne. Meha Tîrmehê ye hêj av nehatiye”

‘Zevîyên me ji ber bê aviyê tev şewitîne’

Yek ji niştecihên taxê yê din Cemîl Tuncîl jî parast ku ev saleke av nehatiye taxa wan û wiha pêde çû: “Zevîyên me ji ber bê aviyê tev şewitîne. Em serî li kîjan saziyê didin, ew bere me didin saziyek din. Hêviya me ji DSÎ’yê ew ke vê pirsgirêkê çareser bikin. Em gelek mexdûr in. Eger bawer nake, bila DSÎ were û zeviyên me kontrol bike. Ez ji vir bang li rayedaran dikim. Tekane daxwaza me hatina avê ye. Em diçin ku, ew me dişînin cihek din. Bo çar gundan cokek mezin, bo çar gundên din jî coka mezin av dibe. Ji coka biçuk av didin me, lê ev cok jî niha naherike.”

Gundiyên li Payîzavayê jiber pirsgirêka avê bêzar bûne - Cemil Tuncil 1024x576 1
Cemil Tuncîl

‘Wê mirov hevdû bikujin’

Tuncîl balkişand ser gengeşiyên di navbera gundiyan de ya ji ber avê û got ku wiha biçe, dibê ku xwîn birije û wiha domand: “Wiha biçe, herî dawî dê li vir mirov hevdû bikujin. Wê komkujiyek çêbe û bibe kaos. Gelo wê hingê DSÎ mudaxel bike. Eger ava me hatiba li vî gundî heta niha gundiyan qe nebe nêzî 100 hezar TL wê bidest xista. Ji par vir ve hêj dilopek av jî nehatiye.”

‘Di vê warî de em kemasiya xwe qebûl dikin’

Midûrê Heremê yê DSÎ’yê Ayhan Şahna jî ku me tekildarî mijare bi wî re hevdîtin pêk anî, got ku ji Bendava Zêrînakê bi rêya qanalekî xwedi dirêjiya 70 Kîlometreyan ji 15 gundan re avê dibin.

Gundiyên li Payîzavayê jiber pirsgirêka avê bêzar bûne - Ayhan Şahna 1024x683 1
Ayhan Şahna

Şahna derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Gundiyan li gelek cihan qanal qul kirine û ji vir avê dibin. Welatî dixwazim em hemû deriyên bendavê vekin. Lê eger em vekin, di nava mehekî de di hundirê bendavê de dilopek av namîne. Em avê didin herema ku em jê perpisyarin. Ev gundên tên gotin ji wan hinek di nava herema ku em jê berpisyar in de ne. Em wekî doranê avê didin gundan. Lê hinek gundî bi tifekê xurtî dikin û avê tenê ji xwe re dibin. Li hemberî personelên me çêkan dikişînin. Em diçin van deravan digirin. Heta cara din ew disa diçin vedikin. Di vê warî de em kemasiya xwe qebûl dikin. Lê alîkariya me bi hêzên ewlekariyê heye. Ger ew bibin alîkar ev pirsgirêkêk wê çareser bibe.”

Serhat News

Vîdeo-Montaj-Drone: Dildar Guler

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gundiyên li Payîzavayê jiber pirsgirêka avê bêzar bûne
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *