20 jê rojnamevan 22 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn desteserkirin, piştî kar û barên li Midûriyeta Ewlekariyê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Di 8’ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatibûn desteserkirin.
Hat hînbûn ku rojnamevanên desteserkirî ‘Mafê bêdengiyê’ bikar anîne û îfade nedane polîsan.
Herwiha piştî ku li Midûriyeta Ewlekariyê kar û barên fermî bidawî bûn, îro danê sibê rojnamevan bo dadgehê hatin veguhestin.
Serhat News
Çavkanî: MA