Li navçeya Meletiya Kevin a Meletiyê di encama êrîşa bi çekan de kesek hat kuştin.
Li gor agahiyan bûyer li taxa Şîfa a navçeya Meletiya Kevin rû da. Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Ekrem Kaya dema li kolanê dimeşiya rastî êrîşeke çekdarî hat û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî bûyerê 4 kes hatine desteserkirin
Piştî bûyerê, kesên bi navê M.Y, E.Ç, H.S û H.A. bi gumana kuştina Kaya, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Polîsan ev kesên desteserkirî, bo lêpirsînê veguhestine Midûriyeta Ewlekariya Meletiyê.
Cenazeyê Kaya jî bo kiryariyên otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê re hat rakirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver