Li Îranê di encama operasyonêkî hat ragihandin ku 8 welatiyên Kurd hatine girtin.
Li gor agahiyan, li bajarê Bane ya Îranê hêzên Komara Îslamî ya Îranê li dijî welatiyên Kurd operakyonek daye destpê kirin.
Tê gotin di encama operasyonê de 8 welatî hatine girtin û heta niha derbarê hinceta girtina van kesan de jî tu zanyarî nehatiye belavkirin.
Hat diyarkirin, du ji wan welatiyan li malên xwe û 6 welatiyên din jî li cîhên karên xwe hatine girtin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.
Temena wan 8 welatiyan di navbera 28 heta 38 saliyê de diguhere.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver