1. Haberler
  2. Aktûel
  3. ÇEVDER: Dixwazin qetliyamê bidin ji bîrkirin

ÇEVDER: Dixwazin qetliyamê bidin ji bîrkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Van ÇEVDER’ê Alî Kalçik, bilêv kir, ji bo ku komkujî ji bîra mirovan biçe projeyên rê li ber talana ekolojîk vedike têxin meriyete û bi destnîşan kir ku li gelî 4 hezar û 300 cureyên nebatan û bêhejmar cureyên endemîk hene.

Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Derdorê ya Wanê (VAN ÇEVDER) bi armanca salvegera 92’yemîn a ‘Komkujiya Geliyê Zîlanê’ ya di 13’ê Tîrmeha 1930’an li navçeya Erdîşa Wanê pêk hat, di avahiya xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Serokê komeleyê Alî Kalçik, bi bîr xist ku li Geliyê Zîlan bi hezaran kurd hatine qetilkirin.

Kalçik, dibêje ku komkujî ji aliyê rojnameyên demê ve weke “qehremantî” dihatin nîşandan û wiha pêde çû: “Weke destaneke qehremantiyê hatibû pêşkeşkirin. Jinên ducanî yên ji komkujiyê reviyabûn, dema hatin girtin, hatin sungukirin û zikê wan dihat çirandin, heta li ser zayenda zarok şertanê dikirin.”

‘Rê li ber talana ekolojîk vedike’

Kalçik, bilêv kir, ji bo ku komkujî ji bîra mirovan biçe projeyên rê li ber talana ekolojîk vedike têxin meriyete û bi lêv kir ku li gelî 4 hezar û 300 cureyên nebatan û bêhejmar cureyên endemîk hene. Kalçik, di berdewamiyê de derbirî, bêyî ku xebatek bê kirin bi raporên Nirxandina Bandor a Derdorî (ÇED) santralên mermer û termîkê tên avakirin û wiha axivî:: “Heke nekevin pêş talankirina xwezaya Zîlanê wê ev rewş bibe dawiya jiyana biavî û nebatên endemik. Geliyê Zîlan îro jî bi projeyên werankirinê tê xwestin bê tunekirin. Zîlan çemê herî mezin ê ku diherike Gola Wanê ye û di salên dawî de bi bendav û HES’an hate hilweşandin. Di demên dawî de ji bo madena zêran vekin xebatên sondajê dane destpêkirin û bi vekirina kana mermeran ekosîstema gelî bi vê projeyê tê hilweşandin. Geliyê ku duh bi çekan komkujî lê hate kirin îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ÇEVDER: Dixwazin qetliyamê bidin ji bîrkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *