1. Haberler
  2. Çand û Huner
  3. Lîstika ‘Mem û Zîn’ bû xwediyê sê xelatan

Lîstika ‘Mem û Zîn’ bû xwediyê sê xelatan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komîteya ‘Xelatên Bînerên Direklerarasi’ performansa Kenan Demir a di lîstika Mem û Zîn de hêjayî xelata “lîstikvanê mêr yê salê” dît. Mem û Zîn du xelat jî ji 17’emîn Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû

Komîteya ‘Xelatên Bînerên Direklerarasi’ encama nirxandina lîstikên sezona 2021-2022’an eşkere kir. Lijneya Bînerên Direklerarasi li gelek bajaran lîstikên şanoyê temaşe dike û li gor pîvanên xwe xelatan belav dike.

Xelata ‘Lîstikvanê mêr yê salê’

Komîteyê, performansa Kenan Demir a di lîstika Mem û Zîn de hêjayî xelata “lîstikvanê mêr yê salê” dît. Mem û Zîn bi konsept û derhênerîya Mîrza Metîn derketibû pêşberî temaşevanan. du xelat jî ji 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû.

Lîstika ‘Mem û Zîn’ bû xwediyê sê xelatan - Listika ‘Mem u Zin bu xwediye se

Du xelatên din wergirtine

Li gor encama nirxandina komîteya xelatan ku ji Goran Ali Karim, Bahruz Gharippoor û Aliraza Naimi pêk dihat, lîstika Mem û Zîn xelatên “ronahîya herî baş” û “muzîka herî baş” wergirt û ji bo xelata sêwirana sehneyê jî wek berendam hat nîşandan ku her sê jî ji alîyê Mîrza Metîn ve hatibûn sêwirandin

Biryar  e Şermola Performans di sezona nû de bi lîstikên Mem û Zîn û Bûka Lekî û her wiha bi berhem û projeyên nû li Êlihê û li bajarên cuda yên cîhanê perdeyên xwe veke.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lîstika ‘Mem û Zîn’ bû xwediyê sê xelatan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *