1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Di nava 6 mehên dawî de 4 fermandarên DAIŞ’ê hatine kuştin

Di nava 6 mehên dawî de 4 fermandarên DAIŞ’ê hatine kuştin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 4 fermandarên cîhadxwaz ên DAIŞê û Qaîde li navçeyên bakur û bakurê rojavayê Sûriye ku di bin kontrola Tirkiyê de ne, ji aliyê Amerîkayê ve hatine kuştin.

Li gor nûçeya Rûdawê, kuştina wan serkirdeyên cîhadîst ên DAIŞ û Qaîde li navçeyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê, niha li bal xelkê navçeyê û civaka navdewletî bûye rojev û cihê balkêşanê.

Di 3ê Sibata 2022 de li navçeya Etme li bakurê Idlibê û nêzîkî sînorê Tirkiyê, firoke û hêzên Amerîkayê Xelîfeyê DAIŞê Ebû Ibrahîm el-Qureşî kuştin.

Roja 16ê Hezîrana 2022an li gundê el-Himêre ser bi navçeya Cerablus a Helebê helîkopter û hêzên Amerîkayê Waliyê Reqa yê DAIŞê Hanî Ehmed el-Kurdî girtin û birin.

Di 27ê Hezîrana 2022an de li ser rêya di navbera bajarokê Qimînas û bajarê Idlibê de droneke Amerîkî Fermandarê Hurras el-Dîn, Ebû Hemze el-Yemenî bi du mûşekan li ser mîtorsîklêtekî kirin armanc û kuştin.

Roja 12ê Temûza 2022an jî li gundê Xaltan ser bi Cindirêsa Efrînê droneke Amerîkî Fermandarê DAIŞê Mahir el-Iqal li ser motorsîklêtekî kir aramnc û kuşt.

Derbarê hebûna serkirde û fermandarên DAIŞê û yên Qaîde li bakurê rojavayê Sûriye wata li navçeyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve, şirovekarê siyasî yê Iraqî Elî el-Beyder dibêje, ne ji berjewendiya Tirkiye ye peywendiyê li gel DAIŞê bike ji ber endamekî NATOyê ye.

Elî el-Beyder herwiha dibêje, DAIŞ kaxezeke şewitiye, û ti dewletek nikare bi rêya DAIŞê berjewendiyên xwe pêk bîne.

Şirovekarê serbazî yê Sûrî Ehmed Rehhal jî derbarê kuştina Mahir el-Iqal li Cindirês a Efrînê dibêje, vî kesî dixwest careke din DAIŞê rêk bixe û bibe Xelîfe.

Ehmed Rehhal diyar kir, Mahir el-Iqal bi azadî li navçeyeke di bin kontrola hêzên Tirkiyê û li ber çavên wan karê xwe dikir, lê  Amerîka hemû zanyarî li ba wê ne û di her gavê de û li kûderê be dikare bigihê her endamekî DAIŞê.

Ev di demekê de ye ku di 26ê Cotmeha 2019an de jî Xelîfeya DAIŞê Ebû Bekir el-Bexdadî li gundê Barîşa li bakurê Idlibê ser nêzîkî sînorê Tirkiye I ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di nava 6 mehên dawî de 4 fermandarên DAIŞ’ê hatine kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *