Bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreya Tirk berdewam e û di vê kêliyê de dolarek gihiştiye 17.58 lîreyan.
Piştî ku di 24’ê Hezîranê de Lijneya Sererastkirin û Kontrolkirina Bankeyan (BDDK) a Tirkiyê biryara sînordarkirina krediyên bazirganiyê wergit, Dolarê Amerîkî, ji 17 lîrayan derbas bû û xwe gihand 17,58 lîreyan. Her wiha nirxê Euro jî bûye 18.04 lîre.
Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.
Dolar piştî gotinên Erdogan bilind bû
Herî dawî dema Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 7ê Hezîranê gotibû “em faîzê bilind nakin û berovajî dadixînin” bandor li nirxê lîreyê Tirkî kiribû û bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî zêdetir daketibû.
Serhat News
(lg)