Li navçeya Elbaka Wanê di navbera du eşîran de ji ber pirsgirêka erdê şer derket. Di encama şer de 4 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Sikranis (Dereiçi) ya bi ser navçeya Elabaka Wanê di navbera endamên eşîra Şerefan û Pinyanişiyan de şerê çekdarî derket.
Had ragihandin ku welatiyên bi navê Memet, Suleyman, Mustafa û Cihangir Macu di encama şerde jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li gor zanyariyan hejmarek welatî jî bi çekê hatine birîndarkirin û tîmên ewlehiyê jî çûne çihê bûyerê.
Bo birindaran bibin nexweşxaneyê gelek ambulans ji gund re hatine şandin.
Agahiyên zêdetir wê bên…
Serhat News
(lg)