Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di encama operasyonekî de 8 koçber û 2 ji wan jin 3 welatiyên Îranê jî bi îdîaya qaçaxçîtiya penaberan hatin desteserkirin.
Midûriyeta Ewlekariya Wanê ragihand ku, li taxa Bahçivan a bi ser navçeya Rêya Armûşê di malekê de 8 penaberê Afqanîstanî hatine desteserkirin. Her wiha Miduriyetê diyar kir ku heman operasyonê de 5 welatiyên Îranî jî bi hinceta bazirganiya mirovan hatine desteserkirin.
Had destnîşankirin ku penaberên desteserkirî ji Îdareya Koçberiya Bajêr re hatin veguhestin.
Derbarê mijarê de lêpirsîn berdewam dike.
Serhat News
(lg)
Mijara Têkildar:
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver