Hunermendê Kurd ê navdar Mehmet Atli, singleke bi navê “Diçim Ji Vir” derket pêşberî heskiriyên xwe.
Hunermend Mehmet Atli xebateke nû ji bo hesrîyên xwe amade kiriye û caran yekan jî bi singleke bi navê “Diçim Ji Vir” derketiyê pêşberî hunerhezan.
‘Klîba nû li ser YouTubeyê hat weşandin’
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, strana “Diçim Ji Vir” helbesta şaîr Berken Bereh e. Atli berê jî di berhemên xwe de helbestên Arjen Arî, Kamuran Elî Bedirxan, Evdila Pêşew, Cegerxwîn, Kemal Burkay, Mazhar Kara, Lorîn Dogan û gelek helbestvanên din kiribû stran. Atli ji bo vê strana xwe ya dawî her wiha klîbek jî çêkir. Stran ango klîb li ser qenala YouTube ya Atli hat weşandin.
‘Naveroka helbestê bandorek mezin li ser min kir’
Atli derbarê stran ango klîba ku amade kiriye de wiha gotiye: “Di pêvajoya koronayê de min helbesta helbestvan ku bi dengê xwe xwendibû û bi vîdoeyek hatibû parve kirin dît. Helbest çûyîna ber bi bêrîkirinê ve ye. Naveroka helbestê bandorek mezin li ser min kir. Helbestê bi herikîn û kurmanciya xwe ya xweşik bala min kişand. Min ji mamoste Berken Bereh destûra helbestê xwend. Min gîtara xwe hilda deste xwe û min hewl da helbestê bikim stran. Di nava demê de min bi hevalên muzîkjen re jî parve kir. Me bi awayek sererast kir û ev stran derket holê. Me li Amedê tomar kir. Di encama xebatek ez li gel hevalên xwe li serê rawestiyam, singlek wiha derket holê.”
Serhat News
(lg)