1. Haberler
  2. Aktûel
  3. NY’ê êrîşa Zaxoyê şermezar kir

NY’ê êrîşa Zaxoyê şermezar kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşa li navçeya Zaxo ya Dihokê ku di encamê de çend sivîlan jiyana xwe ji dest dabû, bi zimanekê tund şermezar kir. NY’yê her wiha piştgirî daye daxwazên lêkolînê yên rayedarên Iraqê yên derbarê bûyerê de.

Konseya Ewlekariya NY’ê bi rojeva gotubêjkirina êrîşa navçeya Zaxo ya Dihokê ya Herema Kurdistana Federal a Iraqê civiya. Êrîş di 20’ê Tîrmehê de hatibû kirin û di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dast dabû.

Li gor nûçeya Rûdawê, piştî civîna konseyê êrîş hate şermezarkirin û wiha hat gotin “Endamên Konseya Ewlekariyê bi awayê herî tund êrîşa roja 20ê Tîrmeha 2022 a li parêzgeha Duhokê şermezar dikin. Êrîşa ku bû sedema kuştina herî kêm 9 kesên sivîl, ku di zarok jî di nav de hene.”

Piştevanî bo daxwaza lêkolînê

Endamên konseyê hevsozî û hevxemginiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dane û hêvî kirine birîndarên êrîşê di demeke nêzîk de baş bin. Herwiha piştevaniya xwe jî ji bo Iraqê û pêkanîna lêkolînekê derbarê êrîşê de nîşan dane.

Di daxuyaniyê de, endamên Konseya Ewlekariyê daxwaz ji hemû welatên endam di konseyê de kirine, ku “bi awayekî aktîv hevahengiyê bi hikûmeta Iraqê re û hemû aliyên têkildar re bikin, ji bo piştevaniya ji wan lêkolînan.”

Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî herwiha tekezî li ser piştgiriya xwe bo serxwebûn, serwerî, silametiya axa Iraqê û proseya demokrasî û xweşguzeraniya Iraqê kiriye.

Çi bûbû?

Roja 20ê Tîrmehê seyrangeha li gundê Perexê li sînorê navçeya Zaxo ya Duhokê li Herêma Kurdistanê hat topbarakirin ku di encamê de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ragihandin ku Tirkiye êrîş pêk aniye, lê Tikriye wê yekê red dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
NY’ê êrîşa Zaxoyê şermezar kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *