Li gor anketa Optîmarê di helbijartinan de tenê 5 partiyên siyasî dikarin bi ser benda hilbijartinê bikevin.
Li gor nûçeya Rûdawê, Şîrketa Lêkolînan ya Optimarê anketa xwe ya li tevahiya Tirkiyê bi tevli bûna 2 hezar kesî pêk aniyê eşkera kir. Li gor encamên anketa ku din navbera 12 û 15 Tebaxê de hatiye lidarxistin tê gotin, tenê 5 partiyên siyasî benda hilbijartinan ya ji sedê 7 derbas dikin. Di anketê de ferqa dengên AKPê û CHPê jî ji sedî 11 derketiye.
Li gor encamên anketê, rêjeya dengên partiyên siyasî wiha ne:
AKP %37.2
CHP %26
ÎYÎ Partî %10
HDP %9.9
MHP %9.5
Partiya Zafer %1.5
DEVA %1
Partiya Paşerojê %0.6
Dîsa li gor heman encaman, di hilbijartinên Serokkomariyê de rêjeya dengên Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û siyasetvanên ku îhtimal heye bibin berbijêr jî wiha ye:
Recep Tayyip Erdogan %36.48
Mansur Yavaş %14.67
Kemal Kiliçdaroglu %14.57
Selahattin Demirtaş %9.52
Devlet Bahçeli %8.30
Meral Akşener %7.62
Ekrem Imamoglu %3.73
Serhat News
(lg)