Helbestvan Yehya Omerî, da zanîn ku armanca wî ya pêşîn ew e ku dengbêjiyê bo helbesta xwe bike derfetek, da ku dengekî taybet bo xwe çêke.
Helbestvan Yehya Omerî, di sala 1993’an de li gundê Êlaska ya bi ser Navçeya Dêrika Mêrdînê ji dayîk bûye. Wî, di 12 saliya xwe de dest bi nivîsînê kiriye û hêj jî vê rêwîtiya xwe berdewam dike. Omerî ku heta niha gelek berhemên dewlemend diyarî edebiyata Kurdî kiriye, herî dawî hêjayî ‘Xelata Helbestê ya Arjen Arî’ jî hatiye dîtin.
Omerî, dema qala rêwîtiya xwe ya helbestê dike, pêşiyê li ser xeyalkirinê disekine û dibêje, “Di destpêkê, de ev nayên bîra mirov. Bawer im mirov bi şiklekî hay ji cewhera xwe dibe û berê xwe dide nivîsînê.”
Omerî, pirsên Serhat Newsê yên derbarê rêwîtiya xwe ya helbestvaniyê de bersivandin.
Te heta niha bi navê “Nergiza li Defterê Bişkivî” û “Anatomiya Demsalên Zer “du pirtûk weşandine. Beriya wê jî te ‘Xelata Helbestê ya Arjen Arî’ wergirt. Rêwîtiya te ya helbestê çawa destpê kir ? Dikarî behsa motîvasyonên xwe yê sereke bikî?
Bi awayekî normal min dest pê kir, bêyî ku têkevim nav xeyalên mezin û pirtûk û xelatan xeyal dikim. Di destpêkê, de ev nayên bîra mirov. Bawer im mirov bi şiklekî hay ji cewhera xwe dibe û berê xwe dide nivîsînê. Beriya wê bi xwendinê, bi tenêmayînê, lewra dema mirov tenê be, tijî be bi xeyalan helbest tê. An jî ev hemû an jî beşek ji wan, bi giştî ji bo hemû qadên hunerê derbasdar e. Ev ji berê de wiha bû, bawer im. Fikirîna zêde belkî, mirov wê bingehê bêhemdê xwe bo helbestê amade dike.
Di herdu pirtukên te de jî ziman, ritm û fonetîka helbestan tehma forma dengbêjîyê dide. Ev tişt ji bo te tercîhek bû an na?
Na. Ez wisa nafikirim, di her du pirtûkan de jî bi şiklekî din çend cihan de min amaje bi dengbêjan kiriye. Min hin îfadeyên wan di helbestên xwe de emilandiye, lê wek forma dengbêjiyê na. Helbet ji ber van sedeman min xwestiye amaje bi wê bikim; belê armanca min a pêşîn ew e ku bi dengbêjî, helbesta gelêrî, bo helbesta min bibe derfetek da ku dengekî taybet bo xwe çêkim. Helbet ev bi tenê bi tevkariya klamên dengbêjan naçe serî. Na. Lewra hêj gelek berî wê, helbesta me ya klasîk heye, helbesta mezin ya cîhanê heye, beşên din ên hunerê hene û evane ji gelek hêlan ve cazîbtir dixuyên bo min. Gotinek heye hem îsnadî Paul Valery dikin hem jî îsnadî Yorgo Seferis, wiha ye, ‘Şêr ji tiştên ku dixwe, pêk tê’ Ango şair herî zêde bala xwe bide çi, berê xwe bide kîjan kanê, helbesta wî jî dê li gor wê yekê teşe bigire. Ev korerê ye. Naxwazim berê helbesta min bi korerêyan keve. Dengbêjî, wekî gelek çavkaniyên din çavkaniyek e bo helbesta me û bi tenê çavên baş, bala taybet dikare sûdeke baş ji klamên dengbêjan, ji wî zimanê wan yê taybet, bigre û pê helbesta ligel çavkaniyên dîtir bilind bike. Vêca bi rastî jî ez nizanim bê ka min kariye bi şiklekî ku dengê helbesta min gurr bike, sûdê ji vê kevneşopa dêrîn bigrim. Belkî rexnegir û xwîner bikaribin biryara vê yekê bidin.
Wekî din hêmayên te bala mîrov dikşînin. Ev hêmagerîya çê xîmê xwe ji çi/kuderê hildigre?
Gelek spas dikim, wekî dibêjin hinde caran şair jî nikarin hunera xwe rave bikin, niha di vê pirsa we de hest pê dikim ku ez dê nikaribim rave bikim, bê çawa û bi çi şiklî hêmageriya min ya ku hûn dibêjin çê ye, hîmê xwe ji ku digire. Belê ez gelekî dixebitim, gelekî diceribînim, hewl didim xwe ku çend risteyên baş binivîsim ku berî her kesî ez pê şa bibim. Xwendin, xeyalkirin, ponijîna di maweya meşên dirêj û helbet xwendin û dîtinên curbecur rê li ber mirov xweş dikin.
Vê qasê li ser çi dixebitî ? Tê bi helbestan dewam bikî?
Ez dê bi helbestê berdewam bikim lê halê hazir li ser tiştekî naxebitim. Naxwazim bo cureyek din bi temamî terka helbestê bikim. Lê dema fêm bikim ku êdî ji helbestê re nabim ez ê hewl bidim dev jê berdim. Di dilê min de heye, dixwazim berî bimrim çend metnên şanoyê binivîsim.
Xwînerê te kî ne ? Di nezera wan de Yehya Omerî kî ye ?
Bawer nakim xwînerên ku bi taybetî yehya omerî dişopînin hebin. Hê ji vê re heye dibêm. Xwîner axlebe kesên ciwan in, ew kes in ku hewl didin bi şiklekî edebiyata kurdî bişopînin, bixwînin û bi vî şiklî beşdariyê li geşbûn û belavbûna wê bikin. Bo pirsa te ya diduwa jî, divê mirov ji wan bipirse, heke hebin û li wê derê bin tabî.
‘Di van demên dawî de şaîrên baş digehijin’
Di deh pazdeh salên dawî de şairên baş digihêjin, ev yek bi xwendinê re eleqedar e hinekî, wiha, di serdemeke ku gihîştina zanînê gelekî hêsanbûye, zanîna zimanên din, têkilîdanîna bi wan re rehetbûye. Di serdemek wiha de kurdên ku hewl didin binivîsin, biafirînin jî bi rehetî xwe digihînin berhemên baş yên edebî, çi edebiyata kurdî ya parçeyên çi jî ji edebiyata cîhanê. Li aliyê din, xebat li ser edebiyata klasîk, ya modern û gelêrî tên kirin, metnên wenda derdikevin tên ber destê van kesan, ev hemu rê li ber xweş dikin ku berhemên bi berawird berê baştir werin nivîsîn. Ev tiştek gelekî xwezayî ye bi min, saziya edebiyatê bi şiklî xurt dibe, kok dide. niha helbesta me li gel nûnerên beriya me dest bi nivîsînê kir, bi deng û berhemên ji hev cihê nimûneyên baş dide. Binerin, helbest, bo berhemên baş bi tenê şiyaneke zêde naxwaze, ligel vê xwendinên piralî, rexneya vedigere ser xwe, handan û xebateke taybet ya poetîk dixwaze. Ev hemû jî, li nav me hêdî hêdî zêde dibin, qedir dibînin. Hema çend şairên me yên van deh diwazde salên dawî berhem dane û xwedî deng û rengekî taybet yê helbestê ne, ev in û ez bi wan baldarî dixwînim, ji wan tiştan fêrî sekn û awirên nû dibim ku eve berî her tiştî tevkariyek baş e bo helbesta min a her hewl dide xwe ku hilkişe. Rizgar Elegez, Şehmus Kurt, Rêdur Dîjle, Emerîkê Sidîqayê, Miradê Miradan, Selamî Esen, Sidîq Gorîcan, Elîxan Loran, Ergîn Sertem, Roşeng Rojbîr, Hamid Omerî û Erd Agron. Hindek navên din jî hene ku dizanim helbesta wan baş e bes derfet çênebûye berhemên wan bixwînim, li ser wan hûr bibim. Axir van pêlan kesên ku bo helbesteke baş dixebitin, li sînor û deriyên nû digerin zahf in û ev cihê hêviyê ye. Pêla ku dê bi werger, xwendin lêgerînên nû ya zimanê me bê dê encamên baş bo helbesta me dabîn bike. Pêwîst e û dixwazim bo Erd Agron çend gotinan bikim, agron şairekê me yê bi salan e girtî ye û ji nava çar dîwaran, ji nava çar dîwarên mişt e bi tarî û zilmê, helbestên gelek hêja, gelek ronî dinivîse. Ew hem ji hêlekê têkçûn û berxwedanên me yê mezin li qelem dixe, li hêleke din bi nivîsîna li ser hestiyan, evîn û jinê, şerm û mirovatiyê dike ku em li bifikirin, li xwe warqilin. Berhema wî ya dawî dîwana şermê mehek berê ji belkiyê derçû, û li dor van temayên min behs kiriye digere, pêşniyaz e li edîb û xwîneran.
‘Ez dixwazim bi zimên din xwe bigihînim edebiyata cîhanê’
Li ser mesele ceribandinên nû jî wiha bêjim, di edebiyatê de ji ceribandinên nû armanc ew e ku çi bi form çi bi naverok sînorê zimên û edebiyatê were firehkirin. Qal û behsên nû, awirên nu têkevin jûra edîban. Û tevî ku gelek caran ev nûbûn an jî nûxwazî bi destê ciwanan were kirin jî bi kêmanî di helbesta me de hinekî berovajiyê wê bûye ku dîsa bi kêmanî û bi taybet di warê formên nû de, şairên wek Berken Bereh, Kawa Nemir û M. Zahir Kayan serkêşî kirin ku nifşek du nifş beriya me ne û dema ev yek kirin ciwan nedihatin hesêb. Bi min ev tiştek gelek hêja ye û vê yekê nîşan dide ku edîbên me çend amade û meyyalê xweguherîn û xwenûkirinê ne. Bo xwe bibêjim ceribandinên min ên wiha taybet pirr kêm in, di dîwana didûwan de ceribîna çend tiştên biçûk hene ku ev bi tenê bo helbesta min nû ne. An na min çu angaştek di vî warî de nîne. Wisa hest pê dikim bo ceribandinên dîtir pêdivî pê heye ku berî her tiştî ez ji zimanê tirkî xilas bikim ku xwendina xwe exlebe pê dikim, rizgar bibim, bi zimanekî din zimanekî din xwe bigihînim edebiyata cîhanê û têkevim hewla danûstendinên fikrî û edebî.
Serhat News