Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, bi “hinceta PKKê” 9 kes hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku li Mêrsînê bi ser biryara Serdozgeriya Komarê polîsan bi ser gelek malan de girtine. Di encama serdagirtinan de 9 kes bi hinceta ku “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin desetserkirin.
Kesên hatine desteserkirin bo lêpirsînê birin Midûriyeta Ewlekariya Mêrsînê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrîşa ser “Mala Polîsan” a 26’ê Îlonê li navçeya Mezitliyê ya Mêrsînê ve, ku polîsek hatibû kuştin û li bajêr 59 kes hatibûn desteserkirin.
Serhat News
(lg)
Jêder Rûdaw
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver