1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Rejîma Îranê kolberek din qetil kir

Rejîma Îranê kolberek din qetil kir

featured
KOLBER-ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku kolberek li ser sînorê Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku spartiye Kolbernewsê, hêzên rejîma komara îslamî ya Îranê, li Pîranşarê êrîş li kolberan kiriye. Di encama êrîşê de li gundê Gezgesk a bi ser Pîranşarê kolberê bi navê Şiwan Mûradî Eqdem ê 42 salî hate qetilkirin.

Hat ragihandin ku Şîwan Mûradî ku bo debara xwe, kolberî dikir, bavê 3 zarokan bû.

Hêjayî gotinê ye ku di nav 6 mehan de, 31 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve li ser sînor hatine qetilkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *