1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Îranê piştî zanîngehan, lîseyan jî dest bi çalakiyan kir

Li Îranê piştî zanîngehan, lîseyan jî dest bi çalakiyan kir

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê, çalakiyên nerazîbûnê yên piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mehsa Amînî destpêkiribûn, piştî zanîngehan, di lîseyan de ji destpê kirin.

Li Îranê, çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amînî hatibûn destpêkirin û li seranserê welat belav bûbûn, hêj jî berdewam in. Di van çalakiyan de her wiha gel, tundiya hêzên rejîmê ya li hemberî çalakvanan jî tê şermezarkirin.

Tevî ku li seranserî Îranê çalakî berdewam in, piştî çalakiyên zanîngehan, xwendekarên lîseyan jî daketin qadê û nerazîbûnên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman.

Li gor nûçeya Rûdawê, li bajarê Seqizê jî xwendekaran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” gotin. Ev dirûşm bûye dirûşma serekî ya xwepêşandanên li seranserê Îranê jî.

Herwha li bajarê Tehran, Kerec, Meşhed, Şîraz, Gîlan, Qom, Îsfehan, Tewrêz, Kirman, Yezd û çên bajarên din ên Îranê jî xwendekarên jin ên lîseyê û zanîngehan, bi mebesta derbirîna nerazîbuna xwe li dijî kuştina Jîna Emînî û desteserkirina xwendekarên nerazî yên zanîngehan di rojên bihorî de, li ser polan amade nebûn û xwepêşandan kirin.

Li aliyekî din 65 mamostayên Zanîngeha Şerîf a Tehranê di daxuyaniyeke nivîskî de piştgiriya xwe bo xwendekarên zanîngehê nîşan dan û daxwaz ji hikûmeta Îranê kirin, ku tundûtîjya li gel xwendekaran rawestînin.

Li bajarên Sine û Seqizê jî hejmarek ji mamosteyên dibistanan dest bi grevê kirin û li navendên xwendinê amade nebûn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê piştî zanîngehan, lîseyan jî dest bi çalakiyan kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *