1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji Weşanxaneya Sîtavê du berhemûn nû

Ji Weşanxaneya Sîtavê du berhemûn nû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Sîtavê du romanên nû yên nivîskar Mehmet Oncu yên bi navê ‘Helkîna Bayê Xerbî’ û ‘Peşkên Baranê’ çap kiriye. Oncu, ev berhem wekî sêbare nivîsiye û berhema sêyan jî wê çend roj din were çapkirin.

Ji hersê romanên ku nivîskar Mehmet Oncu ku bi sernavê ‘Mij’ weke rêze roman nivîsandiye, du roman ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatine çapkirin. Romana sêyan jî li ber çapkirinê ye û li bendêye çend roj şûnve ew jî ji aliyê heman weşanxaneyê ve were çapkirin.

Nivîskar Mehmet Oncu di van berhemên xwe de, ronahiyê li wê serdema ku çirkeçirka dengê çatiya dewleta Osmaniyan tê guhê mirov digre. Dema mirov li rûdanên di van rêzeromanan de rûdayî dinêre, gelek agahiyên ku ji gel hatî veşartin aşkera dibin, qod û şîfreyên xapandina xelkê Kurd deşîfre dibin û mirov serdeyî kîmyeya şar û bajarên Kurdan dibe. Dek û dolab, fên û fît, hîle û entrîkayên dewletên wek Alman, Îngîliz û Fransiz li ber çavan tên raxistin. Kuştin û sirgûnên li ser xelkê Ermenî û Sûryanî tên sepandin bi awayekî çîptazî tên ber çavan, belê di vê navberê de buxtanên ku li xelkê Kurd hatî kirin, nerastbûna tavanbarkirina vî gelî zelal dibe.

Di van romanan de gelek çîrokên dramatîk ên ku bi kuştin û qirkirina xelkên Ermenî û Sûryanî bi dawî dibin hene. Hemû çîrokên di vê rêzeromanê de heyî, bi awayekî rewanbar diherikin tên, li ber deriyê binemala Kework Manûsyan digihîjin hev û hevdu dibirin.

Romana destpêkê ya bi navê ‘Helkîna Bayê Xerbî’, bi xewna Wartûhiya jina Kework destpêdike, bi çîroka Bêdrosê ku ji hêla çelpesûqekî bi navê Ûsê Kerro va hatî kuştin bi dawî dibe.

Her dîsa romana duyemîn “Peşkên Baranê”, bi ragihandina seferberiya di sala 1914’an de destpêdike, bi koça Ermeniyan ya di sala 1915’an de berdewam dike û bi çîroka Wartûhiya jina Kework ya ku herdu kurên xwe yên bi navên Mîsaq û Qarapêt dispêre binemaleka Kurd û qizilbaş bi dawî dibe.

Romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” ku li ber çapeyê, jî bi nameya Gedero Mayrik a ku sirgûnî Dêrazor dibe û paşê tê li Şarê Helebê dijî destpêdike û bi mirana lehengê wê yê bi navê Mîsaq Manûsyan a di sala 1944’an de li Parîsa paytexta welatê Fransayê diqede.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Sîtavê du berhemûn nû
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *