Yekîneyên polîsan vê sibê li Amedê hemberî hunermendan operasyonek daye testpêkirin û di encamê de 4 kes hatine binçavkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê vê sibê yekîneyên polîsan yên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Amedê, bi ser gelek malan de girtine û lêgerîn pêk anîne.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de hunermend Sarya Ertaş, Zîlan Dag, Berdan Çelîk û Mazlûm Kardaş hatine destserkirin.
Heta niha derbarê hinceta desteserkirina van kesande tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Hat hînbûn ku kesên hatine desteserkirin, bo lêpirsînê ji Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr re hatine veguhestin.
Serhat News
(lg)