Li bajare Hewlêrê yê Herema Kurdistanê, di encama qezaya trafîkê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku li paytext Hewlêr yê Herema Kurdistana Federal a Iraqê, du otomobîl li hev qelibîne û di encamê de li gor zanyariyên destpêkê 5 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
Piştî ku hêzên polîs û hewarçûyînê gihiştin cihê bûyerê, cenaze bi ambulansan ji Saziya Edlî ya Hewlêrê re hatine veguhestin.
Serhat News
(lg)
Jêder : Rûdaw
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver