Hat ragihandin ku li Semsûrê bi hinceta “endamtiya PKK’ê” 5 kes hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve tê meşandin de, tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan li bajêr operasyonên hemwext lidar xistine.
Di encma operasyonan de 5 kes bi hinceta “Endamtiya PKK’ê’ hatine desteserkirin.
Hat zanîn ku kesên desteserkirî bo lêpirsînê li Fermandariya Cendirmayan a Bajêr tên ragirtin.
Serhat News
(lg)
Jêder: Rûdaw
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver