Meteorolojiyê ji bo 13 bajarên heremê hişyariya barana zêde, ba û bahozê da. Miduriyetê her wiha bang kir ku tedbîrên pêwîst li van deran bêne wergirtin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bi ser malpera xwe de derbarê rewşa dawî ya hewayî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji 21’ê Cotmehê (Îro) û pê ve di nav hefteyekê de li bajarên Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Riha, Bedlîs, Qers, Agirî, Îdir, Mûş, Şirnex û Colemêrgê weheye ku baranek pir zêde bibare û bibe sedema lêhiyan
Her wiha tê gotin ku li piraniya van bajaran îhtîmala ba û bahozê jî heye ji ber firîna banên avahiya hişyarî hate kirin.
Midûriyetê herî dawî ji welatî û saziyên perpisyar daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst werbigirin.
Serhat News
(lg)