Piştî biryara ‘Demboriyê’ malbata Mûsa Anter bo betelkirina biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Doza Anter di 21’ê Îlona 2022’yan de ketibû ber demboriyê.
Li gor nûçeya MA Kurdî, piştî biryara dadgehê malbata Anter û parêzerê malbatê Selîm Okçûoglû serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Enqereyê dabûn. Di ser serlêdanê re 3 hefte derbas bûne lê hê jî dadgehê hinceta biryara xwe eşkere nekiriye. Ji ber vê yekê malbatê û parêzerê malbatê têkildarî biryara “demboriyê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.
Danişîna biryardayînê ya doza Mûsa Anter ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê hatibû qetilkirin, di 21’ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Enqereyê hatibû lidarxistin. Dadgehê biryar dabû ku doz têkeve ber demboriyê.
Mehek di ser biryarê re derbas bûye, lê hê jî heyeta dadgehê hinceta biryara xwe eşkere nekiriye.
Serhat News
(lg)