1. Haberler
  2. Aborî
  3. Li Tirkiyeyê di nava 9 mehên dawî de zêdetirê 15 hezar şirket hatine girtin

Li Tirkiyeyê di nava 9 mehên dawî de zêdetirê 15 hezar şirket hatine girtin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

TOBB’ê ragihandiye ku ji meha Çile heta meha Îlonê ya îsal li Tirkiyeyê 15 hezar û 284 şîrket hatine girtin. Ev rejeyên 9 mehên destpêka îsal, li gor 12 salên dawî rejeya herî bilind ya şîrketên hatine girt e.

Yekitiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB) daneyên şîrketên li Tirkiyeyê nû hatine vekirin û hatine girtin eşkere kir. Li gor vê, di navbera meha Çile û Îlona îsal de li Tirkiyeyê 15 hezar û  284 şîrket hatine girtin. Ji sala 2010’ê vir ve, daneyên herî zêde ya şîrketan e ku di serdema Çile û Îlonê de hatine girtin.

TOBB’ eşkere dike ku tenê di Îlona îsal de li Tirkiyeyê 2 hezar û 66 şîrket hatine girtin. Hejmara wan şîrketên ku di Îlonê de hatine girtin li gor heman meha sala derbasbûyî ji sedî 25.8 zêde bûye. Di Îlonê de li Stenbolê 983, li Enqerê 197 û li Îzmîrê 110 şîrket hatine girtin.

Rêjeya wan şîrketên di Îlona îsal de hatine girtin zêdeyî ji sedî 25’e lê li hemberî vê rêjeya şîrketên ku di heman mehê de hatine damezrandin ji sedî 6,8 e û tenê 3 hezar û 23 şîrket hatine damezrandin. Herwiha di Îlona îsal de sermayeya şîrketan jî li gor mehek berî wê ji sedî 27,8 kêm bûye.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tirkiyeyê di nava 9 mehên dawî de zêdetirê 15 hezar şirket hatine girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *