Hat ragihandin ku li Sêrtê di encama şerekî de zarokekî 14 salî bi kêrê hatiye kuştin.
Li gor nûçeya Rûdawê, li Taxa Yenî ya Sêrtê li ber dibistaneke di navbera du zarokên 14 salî yên bi navên C.S û M.K ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.
Hat diyarkirin ku piştî nîkaşê zarok şer çûn û M.K bi kêrê birîndar bû.
Dema ku tîmên tenduristiyê û polîs gihiştin cihê bûyerê, M.K rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî hemû hewldanan ew nehate rizgarkirin û wî jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku piştî bûyerê zarokê bi navê C. S ji aliyê polîsan ve hat destserkirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver