1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê dan ber agir

Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê dan ber agir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ku li Mahabadê di dema çalakiyan de ciwaneke din ji aliyê hêzên rejimê ve hate qetilkirin, li vî bajarê çalakiyeke mezin hate lidarxistin. Hat ragihandin ku çalakvanan avahiya Walîtiya Mahabadê dane ber agir.

Li Îranê, çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amînî hatibûn destpêkirin, zêdetirê 40 rojan e bê navber didomin.

Yek ji navendên girîng yên çalakiyan jî bajarê Kurdan Mahabad e. Li vir di dema çalakiyan de ciwanek din ê bi navê Şaho Xizirî ji aliye hêzên rejîmê ve hate qetilkirin.

Bi ser qetilkirina vî ciwanî gel cardin dekete qadê û rejîm rûreş kir. Polîsên rejîmê jî bi guleyên rasteqîn raste rast êrîş bir ser girseyê.

Hat hînbûn ku, gelê Mahabadê ku di berxedanê de, di çarçoveya çalakiyan de avahiya  walîtî walîtî, bankaya navendî ya rejîmê, navenda polîsan, navenda Îtlaatê û çend navendên Besîc yên li Mehabadê dane ber agir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Mahabad û hin deverên Kurdan ên din çend roj beriya niha jî hêzên rejîmê êrîş li gel kiribû û di encamê de du ciwanan jiyana xwe ji dest dabû.

Serhat News

(lg)

Jêder: Kurdistan TV

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê dan ber agir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *