Hat ragihandin ku li Erziromê çawişekî pispor bi çekê êrîş li hevjîna xwe kir. Di encama êrîşê de jina bi navê G.H bi giranî birîndarbû.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, boyer li Navçeya Aşqelaya Erziromê rû da. Çawişê pispor ê bi navê M.H bi çekê êrîş bir ser hevşîna xwe G. H û ew bi giranî birîndar kir.
Piştî ku polîs û ekîbên tendiristiyê gihiştin cihê bûyerê, G.H ya ku rewşa wê xeter e, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.
Hat hînbûn ku M.H piştî bûyerê hatiye desteserkirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver