1. Haberler
  2. Aktûel
  3. ‘2 hezar doktoran bo biçin derveyî welat serlêdan kirine’

‘2 hezar doktoran bo biçin derveyî welat serlêdan kirine’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yektiya Doktorên Tirk (TTB) diyar kir ku îsal 2 hezar û 135 doktoran ji bo biçin derveyî welat serlêdana ‘Belgeya Rewşa Baş’ kirine.

Li gor daneyên TTB’ê ku bi ser Twîtterê belav kiriye, di meha Cotmehê de 215 doktoran ji bo ‘Belgeya Rewşa Baş’ serî li TTB’ê dane û hejmara giştî ya sala 2022’ê gihiştiye 2 hezar û 153 kesan. Di demekê de ev hejmar di 12 mehên sala 2021’ê de bi giştî hezar û 405 kes bû. Sala 2012’an jî hejmara pizîşkên ku dixwestin biçin derveyî welat tenê 59 bû.

TTB dide zanîn ku doktor ji ber sedemên debar, tundî û barê giran ê kar dixwazin biçin derveyî welat. Her wiha di sala 2022’ê de kirêya giran a xaniyan jî bandor li ser çûna doktoran kiriye.

Yekitiya Doktoran di peyama xwe ya bi ser Twîtterê de gotiye, “Em dê bo nirxên pizîşkiyê û mafê tendirustiyê yê civakê, tekoşîna xwe li hember sedemên koça pizîşkan berdewam bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku doktorên li Tirkiyê heta niha gelek caran ji bo başkirina mûçeyê xwe û şert û mercên kar, çalakî pêk anîne û bo çend rojan dest ji kar berdane. Lê tevî hemû çalakiyan pêngaveke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkê nehatiye avêtin.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘2 hezar doktoran bo biçin derveyî welat serlêdan kirine’
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *