1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hengaw: Li Îranê di nava hefteyekî de 16 Kurd hatine qetilkirin

Hengaw: Li Îranê di nava hefteyekî de 16 Kurd hatine qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê ji 26’ê Cotmehê vir ve 16 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Li gor daneyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ve hatine parvekirin, piştî merasîma 40 rojiya şîngirtinê ya Jîna Mehsa Amînî, li Îranî di dema çalakiyan de herî kêm 16 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Hengawê destnîşan kiriye ku di dema çalakiyan de li Mahabadê 6, Sîne 5, Bane 3, Qesrî Şîrîn û Pîranşarê jî welatiyekî jiyana xwe ji dest daye.

Navê van 16 kesên hatine qetilkirin wiha ne:

Îsmaîl Mewlûdiyê ku bi navê Simko dihate naskirin, li Mabahadê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Mûhammed Şerîetiyê ji Gundê Mûjê, niştecihê Sînê ye, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Ji bajarê Qesrî Şîrîn Afşîn Aşam, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Keywan Derwîşî, li Sineyê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Li bajarê Sîneyê Mûhammed Litfûllahî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Îbrahîm Mîrizayî ji Gundê Dêwlan ê niştecihê Sinê, bi gaza rondikrêj hatiye ketilkirin.

Kubra Şêx Seqa ji Mehabadê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin..

Şaho Xizirî ji Mehabadê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Zanyar Ebûbekrî, ji Mehabadê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Mutelîb Seîd Pîro, ji Bane, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Fereydûn Ferecî, ji Seqizê ye, li Bane ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Firîşte Ehmedî, ji Serdeştê û li bajarê Mehebadê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Doktor Mesûd Ehmedzade, ji Mehabadê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Sarîna Saîdî ji Sinê ye, hêzên emniyetê bi copan li serê wê dane û ew kuştiye.

Dastan Resûl Mûhammed Axa, ji Herêma Kurdistanê ye, ji bo beşdarî merashima binaxkirina Mûtelîb Seîdbîro çûye Bane, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Komar Derûftadeyê 16 salî, ji Pîranşarê ye, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve roja şemiyê birîndar bûbû, piştî rojekî jiyana xwe ji dest da.

Serhat News

(lg)

Jêder: Bîanet Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hengaw: Li Îranê di nava hefteyekî de 16 Kurd hatine qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *