Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniya ragihand ku li tevahiya bajêr hemû cure çalakî bo 5 rojan hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Walitiya Şirnexê ve hatiye weşandin de, hate ragihandin ku li bajêr, hemû cure meş, çalakî û xwepêşandan ji 2’ê Mijdarê heta 6’ê Mijdarê, bo 5 rojan hatiye qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye: “Ji bilî çalakiyên wek cejnên fermî, bîranînên fermî û merasîm, bername, civîn û xwepêşandanên ku walîtî û qeymeqamtî destûrê bidin li tevahiya bajêr, civîn, xwepêşandan, pêşwazîya bikom û oxirkirin, daxuyaniyê ku sazî li derveyî avahiya xwe bikin, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana kon, merasîmên bîranînê, konser û hemû cûre çalakî bo 5 rojan hatine qedexekirin.”
Serhat News
(lg)