1. Haberler
  2. Taybet
  3. Beriya hilbijartinên 2023’an welatiyan bê agahî dikin endamê partiyan

Beriya hilbijartinên 2023’an welatiyan bê agahî dikin endamê partiyan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê, biboneya ku bê agahî wan dikin endamên hin partiyan, welatî bi gazincin. Beriya hilbijartinên 2023’an jî ev rewş hê jî tê jiyandin.

Beriya niha welatiyan dema dixwastin bibin endamê partiyeke siyasî, diçûn rêxistinên van partiyan yên bajar an jî navçeyan û li wê derê serlêdan dikirin. Lê niha êdî ev kiryar bi ser E-dewletê bi hêsanî tê kirin.

Haya tu kesî pê nîne ku bûye endam!

Piştî E-dewlet kete meriyetê gelek welatî bê agahiya wan ji hin partiyan re bûne endam. Ev rewş bi taybet jî piştî sala 2020’an pirr zêde bûye û ketiye rojevê. Tevî ku welatiyan mêze kir bê agahî wan dikin endam, bi ser E-dewletê (Portala dijîtal a fermî ya kiryariyên fermî) lêpirsîna endamtiyê dikin û endamtiyê betal dikin. Her wiha nayê zanîn ku ka çewa bê agahî welatî ji partiyan re kirine endam.

‘Sextekariya bi ser ewrakan’

Parêzer Sedat Duşunmez derbirî ku divê bo endamtiyê welatî bi xwe serlêdanê bikin û ew yek wekî sûçe “Sextekariya bi ser ewrakan” pênase kir. Parêzer Tuşunmez, destnîşan kir ku ev demeke hejmara van kesan gelek zêde bûye û wiha dewam kir: “Ev sûçe. Yanî di ewraqên fermî de sextekarî tê kirin. Lê heta niha me ne dîtiye ku derbarê vê de tu lêpirsîn hatibine vekirin. Welatî gelek caran bo alîkariyê agahiyên xwe didin rêxistinên fermî. Ez wisa difikirim ku di vê demê de van welatiyan dikin endam.”

Beriya hilbijartinên 2023’an welatiyan bê agahî dikin endamê partiyan - Sedat Dusunmez

‘Welatî bila gilî bikin’

Duşunmez her wiha diyar dike ku ger Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bixwaze wê bikare berpisyarên van kiryaran derxê holê, lê got ku ew yek nayê xwestin. Ew wiha didomîne, “Ev yek bo berjewendiyên siyasî û polîtîk tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî rewş baş nayê şopandin. Bila welatî di rewşek wiha de serî li darazê bidin û derbarê berpisyaran de gilî bikin. Di gilîkirinê de jî Duşunmez balkişand ku lazime welatî derbarê rêveberên partiyên ku ew bê agahî jê re bûne endam de bibin gilîker.

Duşunmez, di vê derbarê de wiha dirêjî da gotinên xwe, “Ger di vî warî de serlêdan gelek zêde bin, wê baştir be. Wê çaxê peywirdan wê neçar bimînin ku gav biavêjin. Lê pêwîste welatî her tim bibin şopîner û vê rewşê bişopînin.”

Di dawiyê de Duşunmez, da zanîn ku ev ne tenê sûçe sextekariya bi ser ewraqan e, di heman demê de sûçe, binpêkirina jiyana taybet ya mirovan jî pêk hatiye.  

‘Min bi tesadufî zanî ku ez bûne endamê BBP’ê’

Abdullah Kurt ê 31 salî, li navçeya Pendîk a Stenbolê jiayn dike. Ew demek dirêje ji Wanê, koçî Stenbolê kiriye. Kurd, dema ku bo kiryarekî, têketiye E-Dewletê, bi tesadûfî dîtiye ku ew bûye endamê Partiya Yekitiya Mezin (BBP). Her wiha Kurd, bo hevjîna xwe jî heman lêpirsîn kiriye û dîtiye ku bi heman şiklî hevjîna wî jî kirine endamê BBP’ê.

Beriya hilbijartinên 2023’an welatiyan bê agahî dikin endamê partiyan - Abdullah Kurt

Kurt, destnîşan dike ku bi heman şêwazê xizmên wî jî kirine endamê Partiya Edelet û Pêşveçûnê.

Kurd, da zanîn ku ew ê, ji ber vê rewşê derbarê perpisyaran de gilî bike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Beriya hilbijartinên 2023’an welatiyan bê agahî dikin endamê partiyan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *