1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Teqîna li Taksîmê: 46 kes hatin desteserkirin

Teqîna li Taksîmê: 46 kes hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê teqîna li Taksîmê hate ragihandin, kesa ku tê îdiakirin bombe daniyê cihê teqînê jî di nav de bi giştî 46 kes hatine desteserkirin.

Piştî teqîna li ser Cadeya Îstîklalê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê, Midûriyeta Ewlekariya Bajêr daxuyaniyek belav kir. Midûdiriyetê destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê teqînê hatiye destpêkirin de, kesa ku tê îdiakirin çenteyê bombekirî daniye cihê teqînê jî di nav de, bi giştî 46 kes hatine desteserkirin.

Midûriyetê her wiha di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku jina ku tê gotin êrîş pêk aniye Ahlam Abahsir e.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî derbarê rewşa birîndaran de daxuyeniyek da. Koca, da zanîn ku ji 81 birîndaran 51 birîndar piştî ku li nexweşxaneyê hatin dermankirin ew hatine şandin. Koca di berdewamiyê de ev agahî dan, “Ji birîndaran 5 jê niha li beşa lênihêrîna awarte tên ragirtin. Bi giştî tedawiya 26 birîndaran didome. Mixabin ku rewşa du birîndaran giran e.”

Serhat News

(lg)

Jêder: MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Teqîna li Taksîmê: 46 kes hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *