Hat hînbûn ku bi telefona li ser navê Serokê Rêxistina MHP’ê ya Basaya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan tomarkirî, du caran bi gumanbara teqîna Îstiklalê Ahlam Albasahir re hevdîtin pêk hatiye.
Li gorî qeyedên HTS’ê, hat tespîtkirin ku hejmara telefonê ya li ser navê Îlhan du caran bi Ahlam Albasahir re axivî ye. Li ser vê yekê jî midûriyeta emniyetê ji bo îfadeyê bang li Îlhan kir. Têkildarî mijarê Îlhan bi T24’ê re axivî. Îlhan li ser pirsa hevdîtinê ev bersiv da: “Raste rast li ser me tê lîstin. Ya ku vê dike jî rêxistina terorê ye.” Dema pirsa “lîstikeke çawa tê lîstin” jê tê kirin jî Îlhan wiha dibêje: “Ez niha guncav nînim, naxwazim biaxivim.”
Serhat News
(lg)
Jêder MA Kurdî