Hat ragihandin ku di encama teqîna tanga gaza şil (LPG) a li Silêmaniyê de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr derbarê teqîna tanga LPG’ê ya li Silêmaniyê de agahiyên dawî parve kir. Heval Ebûbekîr daxuyand ku di encama teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, 6 birîndarên bûyerê li nexweşxaneyê mane ku rewşa 2 ji wan giran e û di bin çavdêriya awarte de ne.
Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê jî diyar kir, hêj 4 kes di bin kavilên mala teqiyayî de mane lê ew nizanin ka sax in an canê xwe ji dest dane.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver