Gola Masîyan ya li Agiriyê ji ber ku ava wê pir kêm bûye biçek maye bi temamî zuha bibe.
Gola Masiyan ya li navçeya Taşliçay a Agiriyê 2 hezar û 241 metre berfireke û her demsalê bedewiyên cuda radixe ber çavan.
Di demsala zivistanê de rûyê golê cemed girêdide û havînê jî derdora wê bi kulîlkên cur be cur, ên rengîn dixemile.
Ev der her wiha di demên havînê de jî bo welatiyan dibe cihê seyrangehê.
Ev gola ku ava wê şêrînê û bo vexwarnê tê bikaranîn, yek ji çavkaniyên sereke yên ava vexwarinê ya navçeya Bazida Agiriyê ye.
Her dîsa ava wê bo çandiniyê jî tê bikar anîn.
Ava golê bi boneya ku zêde tê emilandin, her diçe kêm dibe û niha hima bêje hatiye ber zuhabûnê.
Serhat News
(lg)
Jêder AA