Kupaya Dinyayê ya 2022 a FIFA’yê, li Qatarê wê sibê bi pêşbirka Qatar û Ekvadorê dest pê bike. Kupa, dê 18’ê Kanûnê de bi dawî bibe.
Îsal bi giştî 32 tîmên futbolê yên netewî tevli Kupaya Cihanê ya FIFA’yê dibin. Cara ewil e ku kupaya dinyayê wê li welatekî Ereban Qatarê tê lidarxistin.
Di kupayê de 64 pêşbirk wê di 8 stadan de bên lîstîn.
Tîmên beşdarî kupayê dibin bi çareçar di 8 koman de wê bên pêşberî hev.
Pêşbirkên koman wê di navbera 20’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de bên lîstin. Piştî vê du tîmên di rêza yekem de cih bigirin wê derkevin tura 16’yan a dawîn.
Pêşbirkên tura 16’yan wê di navbera 3-6’ê Kanûnê de pêk bên.
Pêşbirka fînalê ya çaryekê wê di navbera 9-10’ê Kanûnê de , pêşbirka nîvefînalê jî wê di navbera 13-14’ê Kanûnê de bên lîstin.
Di 18’ê Kanûnê de jî wê pêşbirka fînalê bê lîstin.
Serhat News
(lg)
Jêder AA