Polonya ji bo rê li ber koçberiya neyasayî bigire, li ser sînorê xwe yê bi Belarûsê teknelojiyeke nû bi kar tîne.
Fermandarê Parazwanên Sînor Tomasz Praga derbarê mijarê de got, “Em li vî cihî sekinîne û li hemberî hatina koçberan me gava yekem avêt. Em ê dîwarên xwe yên ji pola bi amûrên nû yên teknolojîk bihêz û qayîmtir bikin.”
Her wiha Wezîrê Navxwe yê Polonyayê Mariusz Kaminski anî ziman ku piştî salekê, rewşa wan heta astekê aramtir bûye û wiha domand: “Spas ji bo hikûmetê û parazvanên li ser sînorên me, hatina koçberên ne yasayî gelekî kêmbûye û bi vê teknolojiya nû jî wê kontrola sînorên me zêdetir bibe.”
Dirêjiya sînorê di navbera Polonya û Belarûsê de nêzîkî 400 km yan e. Di havîna îsal de Polonyayê dîwarekî hesinî bi dirêjiya 186 km li ser sînor lêkir. Niha li ser 21 km ji vî dîwarî 42 km kabloyê elektironîk danî ne. 241 kamêra hatine bi cî kirin, 67 ji wan kamerayên germbîn in (Termal) û 24 saetan kar dikin. Polonya dixwaze vê teknolojiya nû li ser hemû dîwaran dane.
Li aliyê din Ajansa Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, di sala 2021’an de nêzîkî 20 hezar koçberên li Belarûsê bûne, 5 hezar ji wan li ser sînorê Polonyayê asê mane. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)