Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ku bi pêşengiya Amerîka ava bûye, ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku gengeşiya li Sûriyeyê bê kêmkirin.
Koalîsyonê bi peyameke ser hesabê xwe yê Twitetrê got ku ev êrîş ewlekarîya sivîlan dixe xeterîyê, aramîya herêmê xira dike û zirarê dide armanca wan ya hevpar ya têkbirina DAIŞ’ê.
Berdevkê Fermandarîya Navendî ya leşkerî ya Amerîkî (CENTCOM) ya li Koalîsyonê, Joe Buccino jî diyar kir ku ew li dijî her kiryareke leşkerî ne ku rewşa Sûrîyê bêaram dike û wiha domand: “Ev kiryarên li ser armancên me yên hevbeş yên wek domandina şerê dijî DAIŞ’ê. xeterîyan çêdikin û gefan li ser dikin.” (Dengê Amerîka)
Serhat News
(lg)